Artêşa Urdunê kargeheke hişbirê li başûrê Siwêda bombebaran kir

Artêşa Urdunê Kargeheke madeyên hişbir ya li gundewarê Siwêdayê bombebaran kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku şevê din balafirên şer yên Urdunê kargehek li nêzî bajarokê El-Gariya yê li Siwêdayê bombearan kir.

Hat ragihandin di bistanê ku hatiyek armanckirin karegeha çêkirina Madeyên Hişbir hebû.

Heta niha der barê kuştî û birîndaran de tu agahî nehatiye bi dest xistin.

Bistan ji ber êrişê bi temamî wêran bû.

Di vê salê de, Ev cara 2’emîne ku balafirên şer yên Urdunê xaka Sûriyê bombebaran dikin.

Di Gulana borî de, balafirên Urdunê mala bazirganekî madeyên hişbir li gundê El-Şiab yê li rojhilatê Siwêdayê bombebaran kir.

Her wiha gelek caran artêşa Urdunê li ser sînorê Urdun-Sûriyê hewldanên derbaskirina madeyên hişbir têk birin.

Back to top button