Xwepêşandanên li Siwêdayê ên ji bo guherînê û li dijî hikûmetê di roja 12’an de dewam dike.
Li gelek bajarên Sûriyê xwepêşandanên li dijî rewşa aborî û hikumeta Şamê di heftiya xwe 2. de dewam dike.
Di vê çarçoveyê de, xwepêşandanên li Siwêdayê di roja 12’an dewam dikin.
Bi sedan şêniyên Siwêda û gundewarê wê li qada El Keram kom bûn û mîtingek li dar xistin.
Xwepêşandêran banga Siwêdayeke xweser û Sûriyeke nenavendî kirin
Xwepêşandêran banga Hilweşîna rêjîma Esed, berdana girtiyan û pêkanîn biryara NY a 2254 kirin.
Her wiha banga Siwêdayeke xweser û Sûriyekeke ne-navendî kirin.
Xwepêşandêran eşkere kir ku ew ê çalakiyên xwe dewam bikin heta ku daxwazên wan pêk werin.