Dagirkeriya Tirkiyê gundewarê navçeya Şêrewa ya Efrîna dagirkirî topbaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker gundên Soxanek û Meyasê yên navçeya Şêrewa bi çekên giran topbaran kir.
Artêşa qirker doh êvarê careke din gundên Soxanek û Meyasê yên navçeya Şêrewa bi çekên giran topbaran kir.
Topbaran heta derengiya şevê berdewam kir.
Di encamê topbarana artêşa dagirker de ziyanên madî gihîşt erd û zeviyên şêniyên heremê.