Înonu û Xeyrî peymana Lozanê erê kirin PDK jî mîrasê wan diparêze

Hesen Xeyrî û Îsmet Înonu bi xiyanet û erêkirina Peymana Lozanê xewna Kurdan ya sedan salan ya serxwebûn û azadiyê xistin di gorê de. Di roja me de jî, PDK bi rola van her du xiyanetkaran rabûye û bûye şopdarê mîrasê wan.

Di Peymana Lozanê de xaka Kurdistanê bi ser Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de hat belavkirin.

Peymana Sewrê ya ku mafên gelê Kurd têde hatibûn qebûlkirin, hat betalkirin.

Bi betalkirina Peymana Sewrê û îmzekirina Peymana Lozanê re, Îsmet Înonu û Hesen Xeyrî ku du kesên Kurd yên ji Bakurê Kurdistanê bûn, di Peymana Lozanê de rolek mezin leyîstin

Îsmet înonu û xiyaneta wî

Îsmet Înonu, endazyarê betalkirin û xirabkirina Peymana Sewrê bû ku têde bi fermî biryara damezrandina dewleta Kurdistanê hatibû dayîn.

Armanca Peymana Lozanê jî, betalkirin û valakirina naveroka Peymana Sewrê bû.

Hesen Xeyrî û bikaranîna wî ji aliyê dewleta Tirk ve

Ataturk bangî Hesen Xeyrî dike û daxwaz jê dike ku cilûbergên Kurdî li xwe bike û bi hev re herin Parlementoya Tirkiyeyê.

Da ku rojnamevan û şandên welatên din bibêjin ku hikûmeta Tirkiyeyê netewa Kurd, cilûbergên netewî, ziman û çanda Kurdî pejirandiye.

Piştî peymana Lozanê hate îmzekirin, bi fermana Ataturk Hesen Xeyrî tê binçavkirin û dişînin dadgeha Îstiqlalê.

Li dadgehê Hesen Xeyrî bi cûdaxwaziyê û liberkirina cilûbergên Kurdî tê tawanbarkirin.

Her çiqas Hesen Xeyrî dibêje, min ew kar li ser xwesteka we kir, lê heyeta dadgehê jêre got:

“Em dizanîn te rê li serxwebûna Kurdan girt, lê liberkirina cilûbergên Kurdî di nava parlementoyê de ne desturî ye.

Ji ber vê yekê dadgehê cezayê darvekirinê li Hesen Xeyrî birî.

Piştî ku Hesen Xeyrî dibin ber darê bidarvekirinê jêre dibêjin gotina xwe ya dawiyê bike.

Hesen Xeyrî dibêje;

“Wesyet dikim gora min li ser rêya Kurdan danin, da ku her Kurdek di wê rêyê re derbaz bibe, tif li gora min bike.”

Piştî navîna sedsala borî ve, PDK bi navê şoreşa Kurdî heman rola Hesen Xeyrî û Îsmet Înonû dileyîze.

PDK niha li dijî gerîlayên Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê piştevaneke mezin yê dewleta Tirk ya dagirkere.

PDK niha bi temamî, berhemê Hesen Xeyrî û Îsmet Înonu diparêze.

Herwiha di vê mijarê de qet neketiye dudiliyê û tu derfetên xiyanetê ji dest xwe bernedane.

Back to top button