Bi wesîleya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê, Kongreya Demorkatîk a Gelan HDK li Stenbolê panelek li dar xist.
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr diyar kir ku Peymana Lozanê mohra înkarkirina kurdan e û got: “Divê peymanek nû ya civakî were nivîsandin.”
Kongreya Demorkatîk a Gelan (HDK) bi wesîleya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê, li stenbolê panelek li dar xist.
Gelek siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîr tev li panelê bûn.
Axaftina destpêkê ya panelê Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr kir.
Esengul Demîr destnîşan kir ku bi Lozana ku di bin navê “Aştiyê” de hat îmzekirin, demek şûn ve gel hatin tunehesibandin.
“Peymana Lozanê me bi gelek komkujiyan re rû bi rûş hişt”
Esengul anî ziman ku bi Peymana Lozanê re dewlet bûye rengek ‘yekperest” û got: “Vê yekperestiyê bi hafizeya civakî ya dawî re em bi Dadgehên Îstîqlalê, qetlîamên Gazî, Sêwas, înfaz, îşkence, valakirina gundan û komkujiya Roboskî re rû bi rû hişt.”
“Kurd wek gelê “qurban” hatine hilbijartin”
Bi domdarî Esengulê da zanîn ku hêzên kurewî bi Peymana Lozanê re kurdan bêstatû hiştin e û wiha got:
Kurd li Rojhilata Navîn wek gelê “qurban” hatine hilbijartin.
Hewldan kurdan di nava du nikan de bihêlin û xwestin kurd bêpozîsyon bimînin.
Lozan mohra înkara kurdan e.
Em jî dibêjin ku deynê stûyê me ku em vê mohrê ji holê rakin.
“Divê peymanek civakî ya nû bê nivîsandin”
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr daxuyand ku ew ê tucarî lozanê qebûl nakin û wiha bi dawî kir:
Divê peymanek civakî ya nû bê nivîsandin.
Helbet rêya rizgariya ji vê pergala otokratîk, yekperest û antî demokratîk, di Komara Demokratîk de derbas dibe.”
Piştî axaftina vekirinê panelê bi niqaşkirina mijarên “Sedsaliya Lozanê” û “Derfetên siberoja hevpar” ve dewam kir.
“Bi komara demokratîk Lozan dikare bêfonksiyon bê hiştin”
Siyasetmedar û rewşebîran di niqaşan de lozanê wek “peymana kurdan a ji dîrokê paqij bikin” pênase kirin û gotin: “Heke komarek demokratîk were sazkirin dê Lozan bêfonksiyon bimîne û aştî pêk were.”



