Li Heleb, Idlib û Hemayê 4 leşkerên hikûmetê hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn

Şer û aloziya li herêmên di bin serweriya hêzên hikûmeta Şamê de nasekine. Di navber Çeteyên Fetih Elmubîn û Hêzên Hikûmetê şerekî dijwar li Heleb, Hema û Idlibê rû da. Di encamê de 4 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin û sê jî birîndar bûn. Li Dêra Zorê jî mayînek teqiya û di encamê de ciwanek û leşkerekî hêzên Hikûmetê jiyana xwe ji dest dan.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyên Fetih Elmubîn êrişî nuqteyên hêzên hikûmetê yên li Hemayê kirin.

Çavdêriyê da zanîn ku di encama şerê dijwar ê di navbera her du aliyan de du leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin.

Çeteyên Fetih Elmubîn jî li Heleb û Idlibê du leşkerên hikûmetê kuştin û sê jî bi giranî birîndar kirin.

Li Dêra Zorê du kes ji ber teqîna mayînan jiyana xwe ji dest dan

Li aliyê din, li bajaroka Bixêliyê ya Dêra Zorê ji ber teqîna mayînekê ciwanekî jiyana xwe ji dest da.

Dîsa li Dêra Zorê, dema leşkerekî hêzên hikûmeta Şamê dixwest mayînekê bê bandor bike bi wî de diteqe û jiyana xwe ji dest dide.

Çavdêriyê diyar kir ku ew leşker 25 salî bû û ji Tertûsê bû.

Back to top button