Li Pakistanê teqînek pêk hat, 10 kes mirin

Li nêzî otubuseke rêwiyan a li eyaleta Xeyber Pahtunhawa ya Pakistanê teqînek pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê 2 leşker û 4 welatiyên biyanî di nav de 10 kes mirin û bi dehan jî birîndar bûne.

Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî, teqîn li nêzê otobusek karkeran li Bendava Dasu, ku li herêma Kohistan Jorîn tê çêkirin, çêbû.

Li gorî agahiyên destpêkê, di teqînê de 2 leşker û 4 welatiyên biyanî bi giştî 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 39 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku biyaniyên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane, endezyarên Çînî yên di çêkirina bendavê de dixebitîn e.

Di derbarê teqînê de lêpirsîn hat destpê kirin.

Back to top button