
Rewşenbîrên li Tebqayê civîna sêalî ya di navbera Tirkiyê û Sûriyê ku li Moskoyê pêk hat şermezar kirin û gotin. Ev hevdîtin li dijî gelên Sûriyê ye, em red dikin.
Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê Ehmed El Hac Eseed diyar kir ku civîna sêalî nakeve berjewendiya gelên Sûriyê.
Eseed destnîşan kir ku ev civîn tenê dikeve xizmeta berjewendiyên wan her sê dewletan û wiha got:
“Rejîma Tirkiyê dixwaze di hilbijartinên serokatiyê de biserbikeve û penaberên Sûriyê dersînor bikin, lewma ev civîn hêviyên gelên Sûriyê temsîl nake.”
Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê Amir Înad jî got encamên civînê wê li ser hesabê gelê Sûriyê û dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bin.
Înad di dawiyê de diyar kir ku ev armanca dostaniya van dewletan projeyên ku xizmeta gelên vî welatî dikin, ji holê rakin.