Bertek û bangên yekîtî û yekrêziya gelê Kurd her zêde dibin

Dewleta Tirkî ya dagirker bi her awayî êrîşî Başûrê Kurdistanê dike.
Çalakvanên Kerkûkê, Nivîskar û çalakvanên Germiyanê, Helbestvan Sofî Merwanî û şêniyên Mexmûrê jî bang li tevahiya Kurdan kir ku li dij dagirkeriyê bibin yek deng û yek dest.

Der barê êrîşên dagirkeriyê û hevkariya PDK’ê digel wê de, bertek û nerazîbûn her zêde dibin.

Çalakvanên Kerkûkê ji ajansa ANF’ê re metirsiya xwe ya ji êrîşên Tirkiyeya dagirker anîn zimên.

Çalakvan Hesen Hisên diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê mixabin şerekî wekaletê heye û bi behaneya parastina ewlehiya herêmî, her cure êrîş, destêwerdan û dagirkerî li dijî PKK’ê tên meşandin.

Çalakvan û rojnamevan Bextiryar Mihemed jî diyar kir ku dagirkerî hebûna statuya Başûrê Kurdistanê dirûxîne û napejirîne ku ti destkeftiyeke Kurdî hebe.

Bextiyar Mihemed da zanîn ku “pêwîst e hikûmet û aliyên berpirsiyar li hember êrîşên û bombebarên Tirkiyê bêdeng nemînin, ji ber ku êrîşên wê; li ser sîvîl, jîngeh, tevahî zindiyên Iraqê metirsiyek e”.

Nivîskar û çalakvanên navçeya Kifrî ya Germiyanê jî destnîşan kir ku hebêna gerîlayên HPG’ê, ji bo xaka Başûrê Kurdistanê piştgiriyeke mezin e.

Nivîskar û çalakvanan derbirand ku siyaseta şerxwaz a PDK’ê, weke “metiriyeke li dij destkeftiyên gelê Kurd e.”

Nivîskar û çalakvanan bang li tevaya gelê Kurd kir ku divê yekdengî û bi yekrêzî tevbigerin û weke PDK’ê, nekevin bin bandora ti dewletan.

Helbestvan Sofî Merwanî ê ji Helebceyê her wiha da xuyakirin ku PKK’ê ji bo tevahiya Kurdan şerê man û nemanê dike, ji bo desthilatdarî, petrol û herêmeke biçûk şer nake.

Sforî Merwanî bang li hemû rewşenbîr, hunermend û gelê Kurd kir ku li dij dagirkeriyê yekrêziya xwe ragihînin.

Şêniyên Mexmûrê jî ji aliyê xwe ve diyar ku ev demeke dirêj e dijmin dixwaze xeyalên bav û kalanên xwe bi cih bîne, anku xewna Osmanî pêk bîne, lewre êrîşî başûr, rojava û her deverên Kurdistanê dike.

Mexmûriya got:

“Divê em digel birayên me yên Başûrê Kurdistanê xaka welêt biparêzin. Em naxwazin şerê birakujiê derkeve, çimkî eger çêbe, dê tenê berjewendiyên dijmin pêk bîne. Ji ber vê yekê, pêwîst e ti pêşmerge tev li xiyanetê nebe û li ber dijminên Kurdan bibin yek rêz.”

Back to top button