300 Kes di lehiyên Rwanda û Kongoyê de mirin

Li Rwanda û Kongoya Demokratîk, ji ber lehiyê zêdeyî 300 kesî jiyana xwe ji dest da.

Ji ber barana zêde li her du welatanên Afrîkayê, gelek gund, xanî û zevî bi temamî di bin avê de man.

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku li herêma Kîfo ya li rojhilatê Kongoya Demokratîk, bêhtirî 170 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Çarşema borî ji ber barana zêde, li Rwandayê, 130 kesî jiyana xwe ji dest dabû.

Barana zêde û rûdana lehiyan li welatên rojhilatê Afrîkayê di salên dawî de pir dubare dibin û çavdêr sedema vê yekê vedigerînin guhertina seqayê.

Kanûna borî ji ber lehiyê, li paytexta Kongoya Demokratîk Kînşa-sa, 120 kes miribûn.

Back to top button