Jinên Ciwan ê Şengalê: Têkoşîna Evîn û Sarayan têkoşîna me hemûyan e

Ciwanên Şengalê bi daxuyaniyekê diyar kir têkoşîna Sara û Evînan têkoşîna wane..
Her wiha soza pêkanîna hedef û armanca wan dan.

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê duh li Şengalê têkildarî komkujiya 2’yenîm a Parîsê daxuyanî da.

Jinên ciwan diyarkirin ku ev komkujî bidestûra hikûmeta Şamê pêkhatiye û got:

“Ger Fransa komkujiya 2013’an ronî bikira wê ev komkujiya duyemîn rûneda.

Li parîsê bê agahiya Fransa mêşek jî nikar bifire, destê Fransayê jî di vê komkujiyê de heye.

Dema mijar dibe kurd û Kurdistan her kes çavê xwe ji komkujî û êrişên li ser kurdan re digrin.

Ji bo wê jî em dibêjin Fransa jî hevkarê vê êrişê ye.”

Jinên Ciwan ê Şengalê danxuyakirin ku têkoşîna Sara û Evînan têkoşîna wan e..

Weke jinên ciwan ê şengalê li ser xeta şehîdên xwe têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin.

Di dawî de jinên ciwan ê Êzidî bang li hemû jinên ciwan ê Êzdîxanê kir ku li dijî êrişên li ser jinê xwe rêxistin bikin..

Her wiha erka xwe ya li hember dîrokê pêk bînin.

Back to top button