Rûspiyê êla Cibûr : Em piştgiriya Operasyona Birûska Cizîrê dikin

Şêxên Eşîrên Ereb diyar kir ku Operasyona Birûska Cizîrê bi daxwaza wan pêk hat û got
“Ev operasyona ku li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê hate destpêkirin, herêmê bêhtir ewle dike. Ev operasyon li ser daxwaz me pêk hat. Em jiyaneke ewle û hevpar tenê bi QSD’ê dikarin ava bikin.”
Şêxên Eşîra Cibûr û xetab tekez kirin ku ewê heya dawî pişgiriya QSD’ê bikin.

Operasyona Birûska Cizîrê’ ku QSD û Hêzên Asayîşê di 29’ê Kanûnê de li dijî şaneyên DAÎŞ’ê dan destpêkirin, dewam dike.

Her ku diçe piştgiriya bi vê operasyonê re zêde dibe..

Taybet ji aliyê şêxên Eşîrên Ereb ..

Serokeşîrên Ereb ên li herêma operasyonê behsa girîngiya operasyonê kirin.

Şêxê Eşîra Cibûr Alî Huseyîn Muhammed Sûltan got:

“Em li dijî DAÎŞ’ê ne û li ber êrîşên dewleta Tirk radibin.

Weke gelê Til Berakê em ji vê oeprasyonê kêfxweş in.

Eşîra me piştgiriya vê operasyonê dike. ”

“QSD’ê ji zarokên me pêk tê “

Sûltan diyar kir, dewleta Tirk êrîşî QSD’ê dike ji ber ku li dijî DAÎŞ’ê têdikoşe û wiha dewam kir:

“QSD li hemberî DAÎŞ’ê têdikoşe, dagirkeriya Tirk jî ji bo pêşî li vê bigire êrîşî QSD’ê dike.

Li dijî vê yekê em bibin yek û bi hev re tevbigerin.”

Rûspiyê êla Xetab : Operasyon heremê ewle dike

Şêxê Eşîra Xetab Hac Ahmed Xelef Al Hûvedîr jî destnîşan ku dewleta Tirk û DAÎŞ li dijî herêmê tevdigerin û got:

“Di vê demê de ne tenê dewleta Tirk, her kes li hemberî me dixebite.

Lewma li dijî çeteyên DAÎŞ’ê operasyoneke bi vî rengî pêwîst bû.

Ev operasyona ku li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê hate destpêkirin, herêmê bêhtir ewle dike.

Lewma gelê herêmê piştigriyeke xurt dide.

“Operasyon daxwaza gelên li herêmê bû”

Şêsxê Eşîra Xetab Dawûd Muhamed Al Hadir ji aliyê xwe ve dibêje :

“Operasyona Birûska Cizîrê bi daxwaza gel destpê kir.

Dagirkeriya Tirk ji ber ku bêencam ma, şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê xiste nava liv û tevgerê.

Em spasiya hêzên QSD’ê dikin ku herêma me ji çeteyan paqij dikin.

Ji her alî ve em ê alîkariyê bi wan re bikin.”

Back to top button