Li Somalya teqîn: Herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan

Medyaya Somalyayê ragihand ku danê sibehê, di encama 2 êrişên xwekujî yên li bajarokê Mehas ê nêzîkî Hîranê ya Somalyayê herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Malpera nûçeyan a Somalya Nû ragihand ku 2 wesayîtên bombebarkirî, malek ku berpirsên leşkerî yên bajarokê Mehas yê parêzgeha Hîran a li wîlayeta Hîrişabêl ya Somalyayê lê diman kirin hedef.

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku li gorî agahiyên destpêkê, di encama herdû êrişan de herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn û bû sedema ziyanek mezin a madî.

Piştî buyerê Tevgera Şebab berpirsyartiya herdû êrişan girt ser xwe û ragihand ku di encama herdû êrişan de 50 endamên girêdayî hikûmetê kuştine.

Back to top button