Meksîka.. Parçeya kevirê ji zinarê ketî bû sedema mirina kesek

Li Meksîka, di encama ketina perçeyên zinarê ji quntara çiyê li ser malan de kesekî jiyana xwe ji dest da. Li cihê ku kevir ji li ser malan ketî de lêgerîna ji bo kesên dibin avahiyan de mayî didome.

Li taxek li Tlalnepantla ya li nêzî paytexta Meksîka Mexico City, karesatek rûda.

Parçeyên mezin ên çiyê, ku wekî Chiquihuite têne zanîn, li ser malan ketin.

Tîmên agirkujiyê û tîmên hawarçûnê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Di encamê de, kesek mir.

Ajansa Parastina Sivîl ragihand ku herî kêm 10 kes winda ne.

Dema ku malên derdorê hatin valakirin, ji şêniyên taxê hat xwestin ku ji cihê bûyerê dûr bisekinin.

Herî kêm 4 xanî hilweşiyan û 80 xanî jî ji bo tedbîrê hatin valakirin.

Her wiha bagera li welat jî metirsiyek mezin dide avakirin.

 

Back to top button