Yekîtiya Rewşenbîran: Bo çareseriya aloziya Sûriyê pergala Rêveberiya Xweser rêya tekane ye

Yekîtiya Rewşenbîran a Tebqayê bang li Civaka Navnetewî kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûryê nas bike, ji ber ku ew çareseriya tekane ji pirsgirêkên Sûriyê re ye.

Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran a Tebqayê Şeza El-Hisên derbarê naskirina pergala Rêveberiya Xweser axivî û got:

“Tecrubeyên Rêveberiya Xweser a Neteweya Demokratîk û biratiya gelan avabûye li herêmê bi xwe re armî û ewlehî anî.”

Şeza El-Hisên dazanîn ku her çendî dewleta Tirk bi êrîş û qutkirina avê ve hewildide vê aramiyê têk bibe jî lê wê negîhîje armancên xwe.

El-Hisên diyar kir ku hewldanên dewleta Tirk ên ji bo nenaskirina Civaka Navnetewî ji Rêveberiya Xweser re, wê îradeya gelê wê neşkîne, berovajî wê, dê xurtir bike.

Di dawiyê de Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran bang li Civaka Navnetewî kir ku Rêveberiya Xweser nas bike, ji ber ku ew ê bibe xeleka yekem û bingehîn a qonaxeke nû bo çareserkirina aloziya Sûriyê.

Back to top button