Çeteyan li Efrînê Kurdek birîndar kirin

Malpera Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku ji ber ku çete bêserûber gûle reşandin şêniyekî Kurd li Efrînê birîndar bû.

Malpera Tora Çalakvanên Efrînê diyar kir ku çeteyê bi navê Mistefa, hema hema li Efrînê bê ser û ber gule direşand.

Di encamê de şêniyê Kurd Mihemed Hîto di milê xwe de birîndar bû.

Malperê diyar kir ku Mihemed Hito niha li nexweşxaneya bajêr tê dermankirin.

Her çi qas malbatê hewl dida dozê veke, lê çeteyan ev yek red dikir.

Tê zanîn ku çeteyê navborî berî niha, cihê bazirganiyê ya Mihemed a li taxa Efrîna kevin e, bi hinceta ku dikeve di nav cihekî leşkerî, ew der desteser kiribû.

Back to top button