Şendeya jinên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê ye

Şandeyek jinan ku di nav de Seroka Desteya Rêveber a MSD Îlham Ehmed jî heye, li Başûrê Kurdistanê serdana Yekîtiya Jinên Kurd kir.
Piştî serdanê herdû aliyan jî peyamên yekgirtiyê dan.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed bi şandek jinên Rojavayê Kurdistanê re du rojin li Başûrê Kurdistanê ye.

Armanca Şandeyê serdana rêxistinên jinan bikin û peywendiyên di navbera jinên Başûr û Rojava de bi awayekî xort pêş bixînin.

Duh şandeyê serdana jinên Tevgera Goran kir û ji aliyê seroka Fraksiyona Goran ya li Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Gulistan Seîd ve hate pêşwazîkirin.

Şandeya Jinên Rojava li Silêmaniyê serdana Yekîtiya Jinên Kurd kir

Îro jî heman şandeyê bi Nûnertiya Kongreya Star ya li Başûrê Kurdistanê re, li Silêmaniyê serdana Yekîtiya Jinên Kurd kir.

Piştî serdanê daxuyaniyek hate dayîn.

Seywan Rostem: Wê yekîtiya me armancên me bi ser bixîne

Endama rêveberiya Yekîtiya Jinên Kurd ya Başûrê Kurdistanê Seywan Rostem derbarê serdanê axivî û got:

“Hêvî dikin serdanên bi vî awayî zêdetir bibin û bibin sedema nêzbûna jinên her 4 beşên Kurdistanê.

Hêzbûna me di yekbûna me deye, pirsgirêka jinan li her 4 beşên Kurdistanê yek tişte.

Divê em hewl bidin bi hevre pirsgirêkên xwe çareser bikin. Wê yekîtiya me armancên me jî bidest bixe.

Îlham Ehmed: Çareseriya pirskirêkên jinan bi yekbûna jinan pêkane

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed jî ev tişt got:

Çareserkirina pirsgirêka jinan bi yekbûna jinan pêkane.

Li Başûr û Rojava jî pirsgirêkek mezin ya jinan heye, ji bo vê divê em sud ji ezmûnên hev bigrin.

Divê em li hemberî sîstemên tund, piştgiriya hev bikin.

Back to top button