Şêniyên Qamişlo bi merasîmekê cenazeyê şehîd Hesen Silêman li goristana Şehîd Delîl Saroxan spart axê.
Hesen Silêman ê sivîl 8’ê Mijdara 2020’an di êrişa hawayî ya dewleta Tirk a li ser Şengalê de şehîd bû.
Bi sedan şêniyên Qamişlo ji bo oxirkirina cenazeyê Hesen li goristana Şehîd Delîl Saroxan kom bûn.
Li goristanê merasîmek hat lidarxistin û li vir hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso axivî û ji malbata şehîd re sersaxî xwest.
Xerîb Hiso peymana di navber PDK’ê û hikumeta Iraqê de a li ser Şengalê hatiye îmzekirin weke peymanek ne mirovî û ne exlaqî bi nav kir.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi dirûşme û tilîliyan hat veşartin.