Çeteyên dewleta Tirk a dagirker Li taxa Eşrefiyê ya navenda Efrînê zarokekî 15 salî bi giranî êşkence kir û li navçeya Mabata jî 3 sivîl revandin.
Li taxa Eşrefiyê ya navenda Efrînê jî çeteyan zarokekî 15 salî bi giranî êşkence kir.
Malpera Afrinpost diyar kir ku çeteyan zarokê bi navê Henan Elo yê ji gundê Dîkê yê navçeya Bilbilê bi giranî êşkence kir û dest danîn ser pere û telefona wî.
Dagirkeran li navçeya Mabata 3 sivîl revandin
Li gorî Tora Çalakvanên Efrînê, Çeteyan 3 sivîlên bi navê Zuhêr Henan Elîko, Hemudê Hisên û Zuhêr Mistefa Şebo yên ji navçeya Mabata revandin.
Hat zanîn ku ji bo berdana wan, çeteyan 2 hezar lîreyê Tirk ji mabatên wan xwestin.
Li gundê Tirndê dagirkeran 20 darên zyetûnê jêkirin
Li aliyê din, dagirker ji bo bazarganiya êzingan, bêserûber daran dibirin.
Heman malperê diyar kir ku çeteyan 20 darên zeytûnê yên Malbata Ebdelo ya ji gundê Tirindê yê Efrînê birîn.