
Welatiyên Tirbespiyê sersaxî dan malbata gerîlaya HPG’ê Şehîd Avzen Çiya ku li herêma Zapê şehîd bû.
Bêrîvan Cuma (Avzem Çiya) di berxwedana li hember dagirkeriya Tirk li Zapê ya Başûrê Kurdistanê, şehîd bû.
Îro bi sedan welatî, endamên saziyan û êlên herêmê di merasîma sersaxiyê amede bûbûn.
Di merasîmê de kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin diyar kirin ku şerê gelê herêmê li hember dagirkeriya Tirk veguheriye şerê gel ê şoreşgerî.
Her wiha xuşka şehîd Dîlan Cuma jî axivî û soza rakirina çeka xwişka xwe û berdewamkirina rêya azadiyê da.
Di dawiya merasîmê de, wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.