Welatiyên Başûr: PKK’ê ruhê netewî yê gelê Kurd zindî dike

Welatiyên Başûrê Kurdistanê tekez kirin ku damezrandina PKK’ê bûye hêviya gelê Kurd û gotin:
“PKK li ser bingehê fikir û felsefeya Rêber Ocalan hatiye avakirin.
Her wiha ruhê netewî yê gelê Kurd zindî bike.”

Piştî damezirandina PKK’ê, têkoşîna çekdarî li dijî zilm, êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk hate destpêkirin.

Têkoşîna PKK’ê di roja me ya îro de sînorên Kurdistanê derbas kiriye û derbasî qada cîhanî û navnetewî bûye.

Derbarê damezrandin, rol û bandora PKK’ê bo azadiya gelê Kurd welatiyên Başûrê Kurdistanê axivîn.

Welatiyê ji Silêmaniyê Qadir Seîd diyar kir ku Damezrandina PKK’ê ji bo gelê kurd hêviyeke mezine.

Qadir Seîd anî ziman, di partiya PKK’ê de veger û teslîm nîne, her dem serkeftin heye, lema hemû dijimîn li dijî vê tevgerê ne.

Welatiyê ji navçeya Pênciwênê Qadir Mihemed jî desnîşan kir ku PKK kariye ew çanda ku dagirkeran li ser Kurdan ferz kiriye, tune bike.

Qadir Mihemed di dawiyê de da zanîn ku PKK’ê bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo kariye gelê xwe ji zihniyeta dagirkeran rizgar bike.

Back to top button