Çeteyên dewleta Tirk kelha nebî hûrî talan dikin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker talana berhemên dîrokî jî dikin.
Çeteyên dewleta Tirk li kelha Nebî Hûrî ya şûnwarî, berhemên dîrokî didizin û wan dibin Tirkiyê.

Li gorî çavkaniyên herêmî çeteyê dewleta Tirk a dagirker yê bi navê ”Mihemed Esed Elûş” ku bi eslê xwe ji Idlibê ye li devera şûnwarî Nebî Hûrî ji bo berhemên dîrokî derxînê lêkolînê dike û yên derdixe talan dike û dibe Tirkiye. L

Li gorî agahiyan, Mihemed Esed Elûş ji bo karibe li herêmê li berhemên dîrokî bigere, 50 hezar dolar dane çeteyên kelha Nebî Hûrî dagir kirine.

Her weha di wêneyên ku vî çeteyî li ser rûpela xwe ya Facebookê de belav kirine jî diyar dibe ku tablo û parçeyên şûnwarî yên kelha Nebî Hûrî hatine derxistin.

Heman çavkaniyan tekez kirin ku piştî dizîna van berhemên dîrokî, wan dişînin Tirkiyê û li wir tên firotin.

Ji dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kirin, bêhtirî 92 deverên dîrokî talan kirin.

Leave a Reply

Back to top button