El Sade El-Tifêhîn: Di her malbatekê de şervanek QSD’ê heye

Rûspiyê eşîra El Sade El Tifêhîn Mihemed Ehmed El Elî diyar kir ku di piranî malbatên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şervanên QSD′ê hene û got ew li kêlek zarokên xwe yên di QSD′ê de ne ku Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” li dijî destwerdana derve dane destpêkirin.

Rûspiyê eşîra El Sade El Tifêhîn, Mihemed Ehmed El Elî li ser girîngiya operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ ya ku QSD’ê ji bo têkbirina şaneyên DAIŞ′ê, wêranker û sûcdaran di 27′ê Tebaxê de daye destpêkirin, axivî got:

“Geşedanên li Dêrazorê rû didin, destwerdana derve ye ku hin alî dixwazin fîtneyê di nava gel û hêzên wê yên leşkerî de derxînin.

Ew kesên vê fitneyê dikin, çete ne û xwe firotine dewleta Tirk a dagirker û li herêmên wê ne.

QSD′ê ji zarokên herêmê hatiye avakirin.”

Di dawiyê de Ehmed El Elî bang li rûspî û şêxên eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember destwerdanên derve helwestekê nîşan bidin û hewldanên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê teşhîr bikin.

Piştgiriya bi operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ re

Back to top button