Li kampa Holê kuştin bi dawî nabin

Li kampa Holê ya ku bi hezaran DAIŞ’î lê dimînin careke din buyera kuştinê pêk hat.
Îro jineke din ya bi navê Isra’i Şihade Hemûd ya 33 salî hate kuştin.
Piştî êrişa ku doh li kampê pêk hat, ku di encamê de 2 penaberên Iraqî hatibûn kuştin, îro Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şaneyek DAIŞ’ê girtin.

Li Kampa Holê ya ku yek ji kampên xeter yê cîhanê ye û bi hezaran malbatên DAIŞ’î lê dimînin rojane êriş û buyerên kuştinê pêk tên.

Rêveberiya Kampê ji televizyona me re ragihand ku îro jî li Kampa Holê jineke din hate kuştin.

Hate diyarkirin ku jina bi navê Isra’i Şihade Hemûd ya 33 salî şevê din pişt ku ew ji beşa 1’ê birin beşa 6’an da ku wê birevînin, li wir hate kuştin.

Li kampa Holê 2 penaberên din ên Iraqî hatin kuştin

Her wiha doh jî ber destê sibê saet 03.20 li cihê pêşwazîkirinê êriş pêk hat û di penaberên Iraqî hatin kuştin.

Hate eşkere kirin ku beriya niha herdu penaberên Iraqî yên bi navên Nasîf û Coker rastî gefan hatibûn.

Rêveberiya Kampê anî ziman ev buyer ji aliyê komek şaneyên DAIŞ’ê ve pêk hat û tevî van kesan, jinek jî birîndar bûye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn şaneyek DAIŞ’ê girtin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro der barê êrişa ku doh li kampa Holê pêk hat, daxuyaniyek da û diyar kir hêzên wan şaneyeke DAIŞ’ê girtine.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Yek ji şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê yên di kampa Holê de, doh ber destê sibê di 3:30’an de bi çekên sivik êrişî navenda pêşwazîkirinê ya li kampê kir.

Di encamê de 2 kesên ku di kampê de dimînin jiyana xwe ji dest dan.

Piştî êrişê hêzên me dest bi lêkolînên berfireh kirin.

Ji bo kontrolkirina rewşa ewlehiyê li kampa Holê ku bi hezaran malbatên DAIŞ’ê yên ji neteweyên cuda lê kom bûne, em li gorî derfetên xwe kar dikin.

Lê kampa Holê pirsgirêkeke navneteweyî ye, divê hemû hêzên navneteweyî di çareserkirina vê pirsgirêkê de xwe berpirsiyar bibînin.”

Back to top button