Konferansa 5. a OPCW li Hollanda destpê kiriye

Konferansa 5. a Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) li bajarê Lahey a Hollanda 15’ê Gulanê destpê kir.
Ev konferans konferanseke navneteweyî ye, li gelek welatan kesên şareza û pispor cihê xwe di konferansê de girtine.
Ji beşdarên konferansa nîqaşkirina karûbarên Rêxistina Qedexeya Çekên Kîmiyawî OPCW Hejar Nûredîn Kakeyî diyar kir ku ew hewl didin têkiliyên bi saziyên enternasyonalîst re xurt bikin.

Konferansa 5. a Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) li bajarê Lahey a Hollanda 15’ê Gulanê destpê kir.

Konferans wê heta 19’ê Gulanê dewam bike.

Di roja duyemîn a konferansê de nîqaşên germ hebûn.

Li ser naveroka civînê Pisporê hiqûqa navneteweyî û parêzer Hejar Nûredîn Kakeyî yê li ser navê Rêxistina Mafê Mirovan li Hollanda tevlî konfiransê bû ji ANF’ê re axivî.

”Em dixwazin rêxistin ji sûcên çekên kîmyewî agahdar bikin”

Li ser konferansê Parêzer Kakayî ev got:

Bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê mijarên me yên konferansê ne.

Di konferanên salan e yên berî niha de me gelek belge û dîmenên bikaranîna çekên qedexe ya ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî gerîlayan hate kirin, nîşan dabû.

Hejar Nûredîn Kakeyî diyar kir ku wan gelek belge û dokument li gel xwe anîne ji bo li vir bi saziyên din re nîqaş bikin.

”Divê saziyên têkildar di mijara çekên kîmewî xwedî biryar bin”

Pisporê hiqûqa navneteweyî tekez kir ku divê sazî di mijarê de xwedî biryar bin.

Herî dawî Kakayî bal kişand ser bandora welatan a li ser biryarên OPCW û ev got:

“Bandora gelek welatan li ser OPCW heye. Her wiha rêxistinên civaka sivîl jî tevlî biryarên OPCW bibin.

Back to top button