Li Hollanda bikarnaîna çekên kîmyewî hat şermezar kirin

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, li dijî êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk meş hat lidarxistin.

Çalakiya di serî de Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), ji bo civaka navneteweyî li dijî êrîşên kîmyewî tevbigere li qada Malîeveldê hat organîzekirin.

Çalakger di ber avahiya şaredariya Den Haagê û Parlamentoya Ewropayê re derbas bûn û li dijî êrîşên kîmyewî çalakiya rûniştinê li dar xistin.

Dema girse li ber Konsolosxaneya Tirk a Hollandayê re derbas bû, ciwanan xwestin dewleta Tirk protesto bikin û li ser vê yekê polîsên Hollandayê êrîşî girseya gel kir.

Back to top button