Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlig derbarê Tecrîda li ser Rêber Ocelan û şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê nirxandin kir ..
Zozan Çewlig diyar kir ku êrîşên li ser Rêber Abdullah Ocalan gihîştiye asta herî bilind û got :
“Eger em rejîma faşîst a AKP-MHP’ê hilneweşîne, wê îmhakirina fîzîkî ya Rêbertî bikeve rojevê.
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik beşdarî Bernameya Taybet a Stêrk TV bû..
Zozan Çewlik li ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, rewşa dawî ya şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyera li Xelîfanê nirxandin kir..
Zozan Çewlig diyar kir, ku li dijî Rêber Ocalan 23 sal in li Îmraliyê şerekî taybet tê meşandin û got:
“Gefa îmhaya fîzîkî li ser Rêbertî heye ..”
Zozan Çewlig : Êrişên li ser Rêbertî di asta herî bilind de ne
Zozan Çewlig bi dewamî got:
“Êrîşên li ser Rêbertî jî gihîştine asta herî bilind.
Divê li dijî tecrîdê her kes taybet jî gelê Kurd têbikoşe..
Bi vî rengî em dikarin xwedî li azadiya fîzîkî, tenduristî û ewlehiya Rêber Apo derkevin. ”
Zozan Çewlig: Li pêşberî berxwedana Gerîla polîtîkaya AKP-MHP têk çûye
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê qala şerê li dijî dagirkeriyê jî kir û got:
“Şer êdî gihîştiye qonaxeke nû.
Dijmin di çarçoveya konsepta qirkirina Kurdan de êrîşên topyekûn dike.
Di rastiya vî şerî de maskeya rejîma faşîst a AKP-MHP’ê careke din kete xwarê.
Li pêşberî berxwedana gerîla, polîtîkaya AKP-MHP’ê têk çûye. ”
Zozan Çewlig :PDK ‘ê di şerê man û nemanê de cihê xwe li gel dijmin girt
Li dijî hevkariya PDK’ê li gel dewleta Tirk Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê ev yek anî ziman :
“Bêguman em bi siyaseta PDK’ê zanin û fêhm dikin.
Hevkariya bi artêşa Tirk re wê dawî li PDK’ê bîne. ”
Zozan Çewlig : Gerîllayên YJA Star’ê di şer de hêza pêşeng e
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlig gerîlayên HPG û YJA Starê silav kir û got:
“Tevlîbûna hevalên jin, berpirsyariya di vî şerî de, çalakî û îradeya wan hêza jinên Apoyî nîşan dide. “