Ciwan pirtûkên Rêber Apo li gund û navçeyên Şengalê belav dikin

Li gund û navçeyên Şengalê pirtûkên Rêber Apo li xelkê tên belavkirin.

Îro Yekîtiya Ciwanên Êzdî û Yekîtiya Jinên Ciwan bi pirtûkxaneyek gerok, pirtûkên Rêber Ocalan li gund û navçeyên Şengalê li welatiyan belav kirin.

Ciwanan îro destpêkê navçeyên Sinûnê û Xanesorê pirtûk belavkirin.

Têkildarî armanca vê yekê endamê Yekîtiya Ciwanên Êzdî Elî Xêrî axivî û got:

“Fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo gelê me girîng e, me xwest bi vê çalakiya xwe her kes ramanên Rêber Apo bixwîne.”

Elî Xêrî da zanîn ku çalakiya wan bi kelecanî tê pêşwazîkirin û ev yek anî ziman:

“Baweriya me ew e ku fikir û felsefeya Rêber Apo dikare me ji fermanan xilas bike.”

Tê payîn ku wê belavkirina pirtûkan 3 rojan li hemû gundên Şengalê dewam bike.

Back to top button