Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî êrişan bertek nîşan da

Xelkê Şengalî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û gotin:
“Bi van êrişan nikarin îradeya gelê me teslîm bigirin.”

Pêr balafirên bê mirov ên dewleta Tirk malek li bajarokê Xanesorê kir hedef.

Bi armanca şermezarkirina êrişê xelkê Şengalê li cihê êrişên kombûn daxuyaniyek dan ..

“Bi êrişan nikarin îradeya me teslîm bigrin”

Daxwaiyanî li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de êriş hatin şermezarkirin û ev yek hat gotin:

“Di encama êrişê de zererek mezin gihaye gelek malên welatiyan ..

Em hêvîdarin gelê me li hember van êrişa bê hêz nebe..

Em dizanin îradeya gelê me ji hemû êrişa mezintir e.

Em bang li hemû saziyên navdewletî dikin ku hemberî van êrişan bêdeng nebin ..”

Li ser navê TAJÊ Zabîda Şengalî jî balkişand li ser armanca van êrişan û got:

“Çiqas êriş li ser me pêk werin jî em ê dest ji axa xwe bernedin ..”

Back to top button