Rêveberiya Xweser a Şengal û TAJÊ’ê êrişên ser Rojava şermezar kiri û wiha got: Dagirkeriya tirkiyê ji bo çeteyên DAIŞ’ê neyên darizindin ev êriş zêdekirin
Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ’ê bi daxuyaneyekê êrişên dewleta Tirk ên liser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê şermezarkirin.
Di serîde Hevserokê Meclisa Xweseriya Şengalê Nayîf Şemo diyar kir ku ew weke civaka êzîdî bi dil û can li gel rojavane û wê dagirkeriya tirk nikaribe pergala ku bi fikrê Rêber APO hatiye avakirin ji holê rabike.
Rîham Hico: Ev êriş ji bo astenkirina darizandina çeteyên DAIŞ’ê ye
Endama Kordinasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Hiço jî got:
“Ev êrişên liser Şengalê û rojava tên kirin, pêşengên gel dikin hedef, bi armanca qikirina gelê Kurd . Hedef ji zêdekirina van êrişên liser herêmê ji bo rê liber dadgehkirina DAIŞ’ê bigirine



