Li paytexta Swêdê Stockholmê komkujiya dewleta Tirk bi mîtîngeke girseyî hat protestokirin.
Di mîtîngê de hat xwestin qada hewayî ya Rojava ji firînê re were girtin.
Li paytexta Swêdê Stockholmê êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava bi mîtîngeke girseyî hate şermezarkirin.
Mîtîng bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Amarayê ve li qada Sergels Torgetê hate lidarxistin.
Di mîtîngê de alên YPG, YPJ û pankarta bi nivîsa “Destên xwe yên bi xwîn ji ser Kurdan rakin” hate hilgirtin.
Di axaftinên çalakiyê de hat destnîşankirin ku Erdogan û çeteyên wî li dijî Kurdan sûcê şer dikin û wiha gotin:
“Divê hemû rêxistinên cîhanê li dijî van pêkanînên hovane bêdeng nemînin û bibin xwedî helwest.
Dewleta Tirk jî weke DAÎŞ’ê jinan dike hedef.
Divê saziyên mirovî, bi taybet hêzên koalîsyona navneteweyî, qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji balafiran re bigirin.”
Çalakiya ku nêzî saeteke dewam kir, bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Rojava biparêze” û “Erodan bi DAÎŞ’ê re wekhev e” bi dawî bû.



