“Şehîdkirina her şoreşgerekî hêrsa me zêdetir dike”

Tevgera Azadî li bajarê Silêmaniyê serdana taziyeya Şêhîd Leyman û Yusra kirin.
Tevgera Azadî ragihand:
“Ku şehîdkirina her şoreşgerekê hêrsa têkoşînê ya hevrêyên wan zêdetir dike.”

Tevgera Azadî sersaxî û xemgîniya xwe li gelê Rojavayê Kurdistanê re da.

Endama Tevgera Azadî Şehên Mihemed li ser navê partiya xwe axivî..

Şehên Mihemed got:

“Dijmin bi hemû rêbazan êrişî xeta têkoşîn û sîstema Rêveberiya Xweser dike..

Divê dijmin û dagirker baş bizanibin ku bi şehîdxistina şoreşgeran wan lawaz nake ..

Şehîdkirina her şoreşgerekê hêrsa têkoşînê ya hevrêyên wan zêdetir dike..

Şehên Mihemed dawiyê ev yek anî ziman :

“Dijmin bi êriş û siyaseta xwe ya qirkirinê nikare bigihije armancên xwe.

Yê ku di vî şerî de serbikeve, bê gûman wê gelê Kurd be.”

Başûr-Nûnerên Partî û Rêxistinên Başûr sersaxî dan Rêveberiya Xweser

Back to top button