“Dagirker hewl didin projeya ji bo çareseriyê têk bibin”

Endama Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Zeyneb Qenber axivî û wiha got: “Dagirker hewl didin projeya ji bo çareseriya Sûriyeyê têk bibin.”

Zeyneb Qenber diyar kir ku Tirkiyê xwedî xewnên vegerandina Împaratoriya Osmaniya nû ye.

Ew hewl dide bi rêya bikaranîna krîzê vê yekê û Mîsaqî Millî pêk bîne.

Êdî hemû sûriyeyî vê yekê dizanin û tiştekî aşkera ye û got:

Armanca yekemîn a Erdogan tecrûbeya serkeftî ya Rêveberiya Xweser têk bibe.

“Astana ji bo dewletên berjewendîperest e”

Zeyenb Qenber behsa gera 20′an a civîna Astanayê jî kir û got:

Astana ji bo dewletên berjewendîperest e..

Kûrahiya van civînan dabeşkirina berjewendiyan di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de ye.”

Back to top button