Artêşa Tirk û çeteyên wê agir berdan zeviyên li rojhilatê Babê

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên careke din keyfxweşiya mewsîma çinînê di qirika cotkaran de dihêle. Dagirkeran agir berdan zeviyên gundên li rojhilatê Babê.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Babê û cotkar ji bo agir negihêje aliyê din ketin tevgerê û agir vemirandin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Babê diyar kirin ku şewata ku li gundê Şêx Nasir a li herêma di bin dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk de ye derketî, ziyan gihand darên çandiniyê jî.

Back to top button