SEROKÊ PARASTINÊ YÊ EMERÎKAYÊ YÊ BERÊ: VEKIŞANDINA HÊZÊN EMERÎKÎ ZINDÎKIRINA DAIŞ’Ê YE

serokê berê yê parastinê yê Emerîkayê ragihand ku vekişandna hêzên Emerîkî ji Bakur û Rojhilatê Sûrî rê li ber zindîbûna DAŞ’ê vedike.

James Mattis di hevdîtineke li gel televizyoneke Emerîkî diyar kir ku vekişandina Hêznê Emerîkî ji Bakur ûRojhilatê Sûrî û rêvekirina li ber êrîşên dewleta Tirk DAIŞ’ê zindî dike.

Mattis tekez kir ku divê Emerîka têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê berdewam bike û rê li ber vegera wê bigre.

James Mattis ji Çileyê 2017an heta Çileyê 2019an wekî Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê erkdar bû.

Lê ji ber ku nakokî navbera wî û Serokê Emerîkayê Donald Trump de hebûn, li ser daxwaza Trump Mattis istîfa kir.

Leave a Reply

Back to top button