Bi hatina meha Remezanê re Odeya Pîşesaziyê ya Kantona Qamişlo amadekariya vekirina sûkeke demkî dike.
Hevseroka Odeya Pîşesaziyê Newroz Ehmed dibêje:
Wê berhemên nêzî 20 kargehên di vê sûkê de peyda bibin.” M+B
Newroz Ehmed da zanîn ku ev sûk wê li ser daxwaza Yekitiya Kargehan were vekirin û wiha got:
Ev sûk wê li Amûdê li qada Şehîd Cîhad were vekirin.
Armanc ji vekirina vê sûkê, madeyên tê de bi buhayekî kêm werin firotin û şênî jê sûdekê bibînin.”
Li ser hejmar û kargehên ku tevlî sûkê bibin Newroz Ehmed ev got:
“Hejmara wan nêzî 20 kargehan in.
Ew jî kargehên madeyên xwarin, baqijî û pîşesaziyê ne.”