Hêzên Ewlekariya Hundirîn li nêzî gundê Salihiyê yê bakurê bajarê Reqayê şaneyek DAIŞ`î ya ku ji 2 kesan pêk dihat girt.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser mijarê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya facebookê belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, 27`ê Cotmehê li nêzî gundê Salihiyê yê dikeve bakurê Reqayê şaneyek DAIŞ`ê hate girtin.
Kesên ku hatin girtin xwe mikur hatin ku endamên DAIŞ’ê ne.
Hêzên Ewlekariyê bi herdû çeteyan re,
Milyonek û 850 hezar L.S
21 Mobile, Demançeyek 8.5, Dûrbînek, 5 bombeyên destan, Laptopek û 5 filaş,
Erebeyek cureya Hyundai, 2 çîfte û 2 çapker
Her weha Hejmareke paseport û nasname
Û Tabloyên erebeyên bi numreyên Sûrî, Qeterî û Iraqî.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku têkoşîna wan li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê didome.