DI OPERASYONEKE HÊZÊN QSD’ Ê Û EMERÎKAYÊ DE BERDEVKÊ DAIŞ’Ê LI CERABLUSÊ HAT KUŞTIN

Fermandarê Giştî yê QSD’ê, Mazlûm Ebdî ragihand, di operasyoneke hevbeş a hêzên wan û hêzên Amerîkayê de, alîkarê Ebû Bekir Bexdadî û Berdevkê DAIŞ’ê Ebû El-Hesen El-Muhacir li Cerablusê hate kuştin.

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî piştî kuştina Bexdadî, kuştina Berdevkê DAIŞ’ê jî ragihand.

Fermandar Ebdî li ser hesabê xwe yê tiwîtterê got:

Alîkarê Bexdadî Ebû El-Hesen El-Muhacir li gundê Eyn El-Beyda yê nêzî Cerablusê ku ew jî di bin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de ye hat kuştin.

Ev çete jî di encama operasyoneke hevbeş a di navera QSD û Emerîkayê de pêk hat.

Serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir Bexdadî bi operasyoneke taybet ya yekîneyên QSD’ê û hêzên Emerîkî, li gundê Barîşa yê Idlibê ku nêzî baregeha dewleta Tirk e, hate kuştin.

Leave a Reply

Back to top button