Kongra Star: Fîşeka fermandar Egîd rûpeleke nû di dîroka gelan de vekir

Bi boneya Hefteya lehengiyê û salvegera şhadeta Fermandar Egîd, peyam tên dayîn û çalakî li herêmê pêk tên.
Kongra Star bi vê boneyê peyamek da û tê de got:
“Fîşeka ku ji tivinga fermandar Egîd derket, bû destpêka şoreşekê ku rûpeleke nû di dîroka gelan de vekir.”
Li Amûdê jî Ciwanên Şoreşger meşek pêk anîn û Ş. Egîd bi bîr anîn.

Bi boneya salvegera 36’an a şahadeta Fermandar Egîd, Koordînasyona Kongra Star daxuyaniyek da.

Kongra Star anî ziman fîşeka yekemîn a Fermandar Egîd bû destpêka lidarxistina şoreşekê ku rûpeleke nû di dîroka gelan de vekir.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de dibêje:

” Fermandar Egîd bû mînakeke pratîkî ji fikirê Rêber Ocalan û agirê şoreşê li çiyayê Kurdistanê.

Egîd bû sembola berxwedana nûjen ku bi milyonan Kurdistanî li pey şopa wî meşiyan û hêzên me yên şoreşgerî YPG û YPJ’ê mînak in.”

Dawiya daxuyaniyê Kongra Star ev peyam da:

“Fîşeka ku ji tivinga fermanar Egîd derket qeydên koletiyê şikand.

Ew bû destpêka lidarxistina şoreşekê ku rûpeleke nû di dîroka gelan de vekir.

Em soz didin heta dawiyê li ser xeta şehîdan bimeşin û xewna wan bi cih bînin.”

Li Amûdê ciwanên şoreşger meşek pêk anî

Bi heman armancê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşek li navçeya Amûdê pêk anî.

Meş ji qada Şehîd Cîhad dest pê kir û li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê rawestiya.

Dawiya çalakiyê qeydeke deng li ser jiyana şehîd Mahsûm Korkmaz (Egîd) hat guhdarkirin.

Back to top button