Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî 6 kes mirin, 166 kesên din jî nexweş ketin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, herî dawî mirina 6 kesên din bi Coronayê hat ragihandin.

Desteya Tenduristiyê, li gel mirina van her 6 kesan ku di nava 24 saetên dawî de hatine tomarkirin, pêketina 166 kesên din jî ragihand.

Li gorî Desteyê, 8 kes jî ji vîrûsê rehet bûne û heta niha li herêmê 14 hezar û 49 kes bi Coronayê ketine û ji wan 462 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button