Greva bijîşkan ya li dijî hikûmeta Koreya Başur didome

Hikûmeta Koreya Başûr ragihand ku bi hezaran bijîjkên ciwan ên ku di grevê de ne eger venegerin ser karê xwe dê bên girtin û lîsansa bijîşkî ya wan bê betalkirin.

Nêzîkî sê-çaran ji bijîjkên welat dev ji karên xwe berdan, ku di neştergeriyên li nexweşxaneyên mezin ên hînkirinê de dibe sedema astengiyan.

Bijîşkan planên hikûmetê protesto kirin ku ji bo zêdekirina hejmara doktoran her sal li gelek xwendekarên pizîşkî li zanîngehê bên qebûlkirin.

Li aliyê din Hukûmet hişyarî dide ku dê di nav deh salan de kêmasiyek cidî ya bijîjkan hebe.

Hemşîreyên ku li nexweşxaneyek li Seulê dixebitin ji BBC re gotin ku her roj demjimêrek û nîv demjimêrên wan hatine dirêj kirin, û hemşîreyek niha karê du kesan dike.

Hemşîre bang li bijîjkan kir ku vegerin ser karê xwe û rêyek din bibînin ku giliyên xwe nîşan bidin.

Li gorî pêşniyarên hikûmetê hejmara xwendekarên tibê yên ku sala bê dê li zanîngehê bên qebûlkirin ji 3 hezarî bibe 5 hezarî.

Bi hezaran bijîşk li Koreya Başûr di grevê de ne

Back to top button