Balafirên Tirkiyê gundê Mijê yê Amêdiyê bombebaran kir

Êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê dewam dikin û nerazîbûnên li dijî êrîşan jî roj bi roj zêde dibin.
Balafirên şer ên dewleta Tirk heta niha 11 caran gundê Mijê yê Amêdiyê bombebaran kirin.
Di çarçoveya Pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de 3 ciwanên ji Kerkûk, Hewlêr û Ewropayê tevlî refên gerîla bûn.
Tevgera Jinên Azad a Başûrê Kurdistanê jî êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê şermezar kir û diyar kir ku armanca sereke ya êrîşên dagirkeriyê vejandina desthilata Osmaniya nû.
Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Noman Ogur jî bang li PDK’ê kir ku dev ji hewildanên derxistina şerê birakujiyê berde.

Êrîşên dagirkeirya Tirkiyê ser xaka Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin.

Îro danê sibehê balafirên şer ên Tirkiyê gundê Mijê yê Amêdiyê 7 caran bombebaran kir.

Balafirên şer piştî saetên nîvro careke din êrîş bir ser gundê Mijê û derdora wê û 4 caran bombebaran kir.

3 ciwanên ji Kerkûk, Hewlêr û Ewropayê tevlî refên gerîla bûn

Di çarçoveya Pêngava “Werin Cenga Azadiyê” ku ji aliyê Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û jinên Ciwan ên Têkoşer ve hatiye destpêkirin de, 3 ciwanên ji Kerkûk, Hewlêr û Ewropayê tevlî refên gerîla bûn.

Ciwanan gotin ku ew ê ji îxanet û dagirkariyê re bibin bersiv û bang li ciwanên Kurdistanê kir ku ji bo bersivdayîna dagirkarî û îxanetê tevlî kampanyaya “Werin Cenga Azadiyê” bibin.

Tevgera Jinên Azad a Başûr: Armanca sereke qirkirina gelê Kurd e

Berdevka Tevgera Jinên Azad a Başûrê Kurdistanê Soma Ferhad jî derbarê êrîşên li ser Başûr axivî û diyar kir ku dewleta Tirk êrişî gelek dewlet, herêmên Rojhilata Navîn û tevahî Kurdistanê dike û wiha domand:

Soma Ferhad got:

“Dewleta Tirk bi alîkariya PDK dest bi planeke mezin û êrişên dijwar kiriye

Divê her kes baş bizanibin ku dewleta Tirk bi armanca vejandina desthilata Osmaniya nû, dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike.”

Xelkê Şengalê: Em ê heya dawiyê bi berxwedana gerîla re bin

Li Şengalê jî Endamê Meclisa Gel a Sinûnê Dawûd Silêman Îdo, Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Zayîde Xelef û Endama meclisa TAJÊ Mehran Silêman derbarê êrîşên dagirkeriyê ser xaka Başûr bertekên xwe nîşan dan.

Aliyan got ku ew êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û hevkariya bi dijimin re qet qebûl nakin û diyar kirin ku ew ê heya dawiyê bi berxwedana gerîla re bin û li ber xwe bidin.

Noman Ogur: Bila PDK dev ji hewildanên derxistina şerê birakujiyê berde

Endamê konseya rêveber a KNK’ê Noman Ogur duh tevlî bernameya Bûyer ya Ronahî TV bû û tê de û bang li PDK’ê kir ku dev ji hewildanên derxistina şerê birakujiyê berde.

Back to top button