Li Îranê 1’ê Adarê dê hilbijartin were lidarxistin

Li Îranê 1’ê Adarê hilbijartinên Parlamento û Meclisa Pisporan bê lidarxistin.
Di hilbijartinê de zêdetirî 15 hezar namzet ji bo li parlamentoyê cîh bigirin di nava pêşbîrkê de ne.
Aktîvîsta mafê jinan a xwedî Xelata Aştiyê ya Nobelê Nergis Muhemedî ku li girtîgehê ye banga beşdarnebûna hilbijartinê kir.
Lîderê olî yê Îranê Ayetullah Hamaney jî ji bo beşdarnebûna hilbijartinê gef li Îraniyan xwar û got: “Heger hilbijartin lewaz be dê her kesek jê zirarê bibîne.”

Li Îranê 1’ê Adarê hilbijartinên Parlamento û Meclisa Pisporan bê lidarxistin.

Tê destnîşankirin hilbijatinên ku roja Înê bê kirin dê radeya beşdarbûnê kêm bibe.

Sedema vê yekê jî aboriya hilweşiyayî, xwepêşandanên girseyî, bernameya nukleer ê Tahranê ye.

Her wiha di şerê Ukraynayê de piştgiriya Îranê bo Rûsyayê û aloziya bi welatên Rojavayî re jî sedem tê nîşandan.

Ji bo Parlamenter û Meclisa Pisporan deng were dayîn

Di hilbijartinê de zêdetirî 15 hezar namzet ji bo li parlamentoyê cîh bigirin di nava pêşbîrkê de ne.

Demê erkê li Meclisa Hevgirtina Îslamî de 4 sal e û 290 endam parlamentoyê cih digirin.

Serokê Licneya Hilbijatina Îranê Mihemed Riza Gulamriza da zanîn ku namzet ji sedî 12 jinan ava dibe.

Li gorî yasayan parlamento li ser mekanîzmaya meşandinê kontrolê çêdike, peymanan dixe dengdanê.

Ji bo Meclisa Pisporan lîdereke din ê olî were erkdarkirin

Di meriyetê de jî erêkirin girêdayî lîderê olî Ayetullah Ali Hameneyê ye.

Li welêt mekanîzmaya qanûn çêkirin jî di destê rêveberiya serokê meclisê Mihemed Bagher Kalibaf de ye.

Di heman demê de Îraniyan ji bo Meclisa Pisporan ku 88 Kursî ne dengê xwe bidin.

Di Meclisa Pisporan de piştî Hamaneyê lîderekî din ê olî were erkdarkirin û demê erkê 8 sal in.

Bangawaziya ji bo beşdarnebûna hilbijartinê

Aktîvîsta mafê jinan a xwedî Xelata Aştiyê ya Nobelê Nergis Muhemedî ku li girtîgehê ye banga beşdarnebûna hilbijartinê kir.

Nergis Muhemedî di peyamê xwe de wiha got:

“Zextên hovane û zalimane, li kolanan kuştina ciwanan, darvekirin, girtin û êşkence-dîtina jin û mêran, cezayên netewî ya Komara Îslamî şerma kurewî heq dike.”

Hameney: Heger hilbijartin lewaz be dê her kesek jê zirarê bibîne

Lîderê olî yê Îranê Ayetullah Hamaney jî bang li gel kir ku dengê xwe bidin û vê yekê weke erkeke netewî bi nav kir û got:

“Ti mentiqa deng nedanê tune ye.

Deng nedan ti pirsgirêkê welatê çareser nake.

Heger hilbijartin lewaz be, dê her kesek jê zirarê bibîne.”

Back to top button