Trump: Ez pêşnûmeya bûdçeyê îmze nakim

Serokê DYA Donald Trump ragihand ku wê pêşnûmeya bûdçeya 2021’an a cezakirina Tirkiyê jî di nav de ye, veto bike.

Donald Trump diyar kir ku pêşnûmeya bûçeya Wezareta Parastinê ya ku 740 dolar li xwe digre bi hinceta ku wê tenê sudê bide Çînê îmze nake.

Trump di peyama li ser hesabê xwe yê twîtterê weşandî de teqez kir ku wê pêşnûmeye veto bike.

Di pêşnûmeyê de, cezakirina Tirkiyê ya ji ber kirîna sîstema Parastina Rûsya ya S-400 jî heye.

Her wiha 6 balefirên F-35 ku Tirkiyê kirîbûn, ji bo wê nehate dayîn û Senetoyê ev balefir xistibû bin xizmeta Hêzên Hewayî yên DYA.

Pêşnûme di civîna Senetoran de li pêşberî 13 dengên NA, bi 84 dengên Erê hatibû pejirandin.

Balkêşe ku hem di civîna Meclisa Nûneran û hem jî ya Senetoyê de, pêşnûme bi dengên ji sêyan 2 zêdetir hatibû erêkirin.

Ev yek jî vetoya Trump bêwate dike.

Tê payîn careke din Senato bicive û bê Trump biryarê bêxe meryetê.

Back to top button