Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê 10’emîn salvegera damezrandin xwe û rojbûna Rêber Apo pîroz kirin.
Di merasîma pîroz kirinê de Fermandara Giştî ya YPJ’ê Newroz Ehmed axivî û got, Rêber Abdullah Ocalan afrînerê fikir û jiyana azad e û hebûna xwe ji bo tevahî azadîxwaz û jinan daye.
Her wiha şervanê YPJ’ê jî soza domandina têkoşîna heta azadiya rêber Abdullah Ocalan dan.
Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê bi boneya 10`emîn salvegera damazrandina xwe û rojbûna Rêber Abdullah Ocelan, merasîmek leşkerî li dar xist.
Merasîma leşkerî bi dirûşmeya “JIN, JIYAN, AZADÎ, YPJ misogeriya parastina nirxê şoreşa jinê ye” pêk hat û şervanên jin beşdarê bûn.
Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, bi sedan şervanên YPJ`ê torana leşkerî li dar xist.
Piştî torana leşkerî, Fermandara Giştî ya YPJ’ê Newroz Ehmed axivî û rojbûna Rêber Abdullah Ocalan û salvegera damezirandina YPJ’ê pîroz kir.
Newroz diyar kir Rêber Abdullah Ocalan afrînerê fikir û jiyana azad e û hebûna xwe ji bo tevahî azadîxwaz û jinan daye.
Piştî axaftinê, şervanan ji bo 4’ê Nîsanê û roja damezrandina YPJ’ê dar çandin.
Di dawiya merasîmê de şervanan govend gerandin.