HPG: Arteşa Tirk ji bejahî û hewayî 25 caran êriş kir

Artêşa Tirk a dagirker ji hewayî û bejahî 25 caran êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker hatiye kirin, ev agahî da:

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexe kiriye:

Di 3’ê Nîsanê de bi çekên qedexe çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê carekê hatine bombekirin.

Di 3’ê Nîsanê de qada Deşta Kafya ya Garê bi balefirên şer 3 caran hate bombekirin.

Di 3’ê Nîsanê de çeperên me yên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê bi helîkopterên êrîşê, obus, tank û çekên giran 21 caran hatine bombekirin.”

Back to top button