Kongra Star bi boneya slavegera 10′emîn a damezrandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) peyama pîrozbahiyê weşand.
Kongra Star di peyama xwe de balkişand li ser rola jinên têkoşer ên di dîrokê de pêşengî kirine û got:
Jinên xwedewend, afrîner, kedkar, berhemdar, avaker û xwediya mîraseke dîrokî ya avakirina pergala civakîbûyînê her çiqasî rastî tundî û qirkirinê tê jî, tu carî jî dev ji çanda avakirin, parastin û pêşxistinê bernedane.
YPJ’ê bi têkoşîneke mezin li dijî hovîtiya DAIŞ′ê şer kir û destanên qehremanî û lehengiyê di rûbelên dîroka jinê de nivîsandin.
Bi îdeolojiya rizgarkirina jinê ku Rêber Apo diyarî jinê kirî îro li her deverekê jin li ber xwe didin.
Bi pêşengtiya jina azad bi sedan jin ji hemû neteweyan berê xwe dan şoreşa Rojava.
Em bi rêzdarî bejina xwe li beramberî pakrewan û xwedewendên azadiyê ditewînin.
Bi yek hişmendî û ruhê berxwedanê em ê pergala Îmralî hilweşînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin .