Rejîma Sûrî û dewleta Tirk hêza xwe ya leşkerî li Idlibê zêde dikin

Hemwextî bangên navdewletî yên rawestandina şerê li Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker û rejîma Sûrî hêza xwe ya leşkerî li Idlibê zêde dikin û amadekariya şerekî nû dikin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku dewleta Tirk karwanekî din yê leşkerî derbasî herêma agirbesta Putin-Erdogan a Idlibê kir.

Karwanê leşkerî ku ji 35 maşîneyên leşkerî pêk dihat, bi riya dergeha Kefer Losîn derbasî nuqteyeke dewleta Tirk a li Idlibê bû.

Li hember wê jî, hêzên rejîma Sûrî jî hêza xwe ya leşkerî li gundewarê Idlibê yê başûr zêdetir kir û piştgiriyek şand herêmê.

Ji 15’ê Adara borî, ji dema ku agirbesta Putin-Erdogan li Idlibê hatiye ragihandin, dewleta Tirk bêhtirî 2 hezar û 225 maşîne û bi hezaran leşker şandine Idlibê.

Beriya niha jî di nav de NY, gelek aliyên navdewletî ji bo rêgirtina li ber vîrûsa Coronayê banga agirbestekê li Sûriyê kiribûn.

Lê heta niha şer ranewestiyaye.

Back to top button