Letîf Ferec: Girtin tê wateya azadî, demokrasî û wekheviyê

Nivîskar û Rojnamevan Letîf Fatîh Ferac diyar kir ku Rêber Apo xwedî vîneke mezin e.
Ev yek pir girîng e..
Divê bê zanîn kilîta çareseriyê ne li Washîngtone ne li Enqere ye jî, li Îmrali ye.

Dewleta Tirk tecrîdeke giran li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye ..

Tevahî qanûnên navnetweyî bin pê dike.

Li aliyekî din rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navnetweyî û CPT’ê li hember vê tecrîdê bêdeng in.

Nivîskar û Rojnamevan Letîf Fatîh Ferac derbarê tecrîd û rola Rêber Apo di çareseriya pirsa Kurd nirxandin kir..

Têkildarî girtin û radestkirina Rêber Apo a ji bo Tirkiye Ferac got:

“Girtin û bi vî rengî êşkencedana Rêber Apo yek ji rengê cuda yê zext, serîtewandin û tinekirinê ye..

Ev yek tê wateya girtina azadî, demokrasî û wekheviyê.

Heta teslîmkirina wî derveyî hiqûq û pîvanên navneteweyî bû.”

Letîf Ferec: Hevdîtin zemînê çareseriyê bi xwe re tîne

Letîf Ferac anî ziman ku her dema ku hevdîtin bi Rêberê Apo re pêk hat, zemînê çareserkirina pirsa Kurd derket holê .

Bi taybet di qonaxa Pêvajoya Aştiyê de hemû fikir û bînîn li ser wê yekê bû ku ev pirsgirêk bê çareserkirin.

Heta nîqaş li ser wê hate kirin ku Rêber Apo ji girtîgehê bê derxistin û li nava hebsa malê bê bicihkirin.

“Kilîda çareseriyê ne Washîngton, Parîs e li Îmrali ye!”

Nivîskar Letîf Fatîh Ferac behsa hilbijartinên 14’ê Gulanê jî kir û got:

“Ev hilbijartin ji bo me girîng e.

Wê rê li hişmendiya qirker-talanker a li Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê dike, bigirin.

Pêşî li sûîkastên siyasî yên li Başûr, li Silêmanî, Kerkûk, Mexmûr û Şengalê tên kirin bigirin.

Divê em piştevaniya vê hilbijartinê bikin.

Dema ku AKP û Erdogan têk çûn, dibe deriyê girtîgehan vebe.

Ev yek pir girîng e, divê bê zanîn kilîta çareseriyê pirsa Tirkiye li cîhanê li Washîngtona, Parîs nîne.

Ne li Enqere ye jî, li Îmraliyê ye.”

Back to top button