RÛSYA: LÎSTEYA KOMÎTEYA DESTÛRÎ BIDAWÎ BÛ

Tevî ku Rûsyayê duh ragihand ku lîsteya bi navê ”Komîteya Destûrî” bidawî bû, serokê desteya bi navê ”Danûstandinên Bilind” tekez kir ku heta şerê Idlibê raneweste ew di civînan de hazir nabin.

NESIR HERÎRÎ: EM DI CIVÎNÊN KOMÎTEYA DESTÛRÎ DE HAZIR NABIN

Serokê desteya bi navê ”Desteya bilind a danûstandinan” Nesir Herîrî ragihand ku ew tevlî civînên Komîteya Destûrî nabin heta ku şerê li Idlibê raneweste.

Herîrî destnîşan kir ku ”Komîteya Destûrî bêwate ye di demeke ku êrîşên rejîma Sûrî û Rûsyayê bênavber Idlib bombebaran dikin.”

Serokê desteya bi navê ”Desteya bilind a danûstandinan” Nesir Herîrî tekez kir ku di wextekî wisa de ew ê di ti civînên Komîteya Destûrî de hazir nebin.

RÛSYA: LÎSTEYA KOMÎTEYA DESTÛRÎ BIDAWÎ BÛ

Duh û piştî bidawîbûna civîna Sêalî navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de Serokê Rûsyayê ragihand ku lîsteya Komîteya Destûrî bi dawî bû.

Beriya niha jî nûnerê taybet yê NY ji bo aloziya Sûrî Geir Pederson diyar kiribû ku di dawiya vê mehê de komîteya destûrî tê avakirin.

 

 

Leave a Reply

Back to top button